Li Diyarbekirê bihayê veguhestina nav bajêr hat zêdekirin

Li Diyarbekirê zam hat ser bihayê veguhestina rewiyên nav bajêr, li gorî zamê, 3,5 lîre hat ser bihayê veguhestinê.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê zam hat ser bihayê veguhestina rewiyên nav bajêr, li gorî zamê, 3,5 lîre hat ser bihayê veguhestinê. Wek sedem jî bihabûna sotemeniyê tê nîşandan û tê amajekirin ku lêçûn her ku diçe zêde dibin.

Serokatiya Jûra Ajokarên Diyarbekir serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir da ku zam li bihayê veguhestina nav bajêr were kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir jî li ser serîlêdanê civînek pêk anî û serîlêdan hat pesendkirin.

Li gorî bihayên nû veguhestina bi dolmîşan ji 6.5 lîreyî derket 10 lîreyî, bihayê otobêsên taybet jî bû 10 lîre, bihayê otobêsên şaredariyê bû 8 lîre, bihayê veguhestina bo xwendekaran jî bû 6 lîre.