Hejmara nû ya kovara Kurdistan Chronicle derket
Hejmara 4em kovara Kurdistan Chronicle bi çendîn mijarên nû cûr bi cûr kete ber destê xendevanan ku paşkoyeke taybet li ser veberhênana li Kurdistanê hatiye çapkirin.

Hewlêr (K24) – Hejmara 4em kovara Kurdistan Chronicle bi çendîn mijarên nû cûr bi cûr kete ber destê xendevanan ku paşkoyeke taybet li ser veberhênana li Kurdistanê hatiye çapkirin.
Kovara Kurdistan Chronicle, kovareke mehane ya bêalî ye, bi zimanê Îngilîzî li Herêma Kurdistanê derdikeve û girîngiyê dide bi mijarên girîng ên siyasî, çandî, dîrokî, bazirganî û gelek mijarên din li Herêma Kurdistanê. Herwiha rojane jî li malpera xwe, mijarên nû belav dikin.
Di hejmara herî nû ya kovarê de 32 dosyeyên girîng û mijarên taybet ji aliyê desteya nivîskarên kovarê ve, herwiha hejmarek ji ronakbîr, karsaz û şarezayên olî nivîsandine ku bi çendîn warên cuda yên Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.
Di vê hejmarê de mijarek li ser vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî hatiye amadekirin ku ligel behskirina naveroka merasîma fermî ya vekirina yadgehê di 11ê Adara 2023an de, gotara Serok Barzanî ku di merasîmê de bi amadebûna hejmarek mezin ji rayedarên bilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê û nûnerên dîplomasiyê yên welatên cîhanê, pêşkêş kir, behsa xebata Mela Mistefa Barzanî û beş û pêkhateyên yadgeha niştimanî hatiye kirin, wek hêmaya pêkvejiyana olî û dîrokî ya xebata Kurd.
Herwiha bi boneya ragihandin û nasandina marka û malpera Invest Kurdistan ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve, kovara Kurdistan Chornicle paşkoyeke taybet bi navnîşana "Invest Kurdistan" belav kiriye, çendîn mijarên li ser veberhênan û sektorên vî warî xistine rû.

