Nêçîrvan Barzanî: Me Şêwirmendê Almanyayê vexwende Herêma Kurdistanê û Iraqê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiya û di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de behsa naveroka civînan û serdana xwe ya bo Almanyayê kir.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz civiya û di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de behsa naveroka civînan û serdana xwe ya bo Almanyayê kir û ragihand, Şêwirmendê Almanyayê vexwendiye Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Roja 26ê Hezîrana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz li Berlînê civiyan û Nêçîrvan Barzanî ragihand, serdana wan a Almanyayê li ser daxwaza Şêwirmendê Almanyayê bûye û hevdîtinên wan ên baş hebûne û behsa pêwendiyên Almanya yên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê û mijarên girîng ên hevbeş kirine.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Berlîn girîngiyê dide pêşveçûna pêwendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û diyar kir ku di hevdîtinê de behsa çawaniya pêşvebirina pêwendiyên siyasî û bazirganî yên navbera herdu aliyan kirin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, wan Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz vexwendiye Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, di hevdîtinê de behsa metirsiyên DAIŞê yên li Iraqê kirine û tekezî li ser wê yekê jî kirine ku hîn jî pêwîstiya Iraqê bi piştevaniya navdewletî heye ji bo rûbirûbûna DAIŞê û di wê çarçoveyê de jî Almanyayê mana hêzên xwe li Iraqê dirêj kiriye.