Li Diyarbekirê 300 xebatkar ji bo serjêkirina qurbanan hatine peywirdarkirin
Di yekem roja cejnê de li kevneşopiyên cejnê û ferzên olî hatin cîbicîkirin û her wiha welatiyan wekî hemû cejnan vê cejnê de jî berê xwe dan şûnwarên dîrokî û bi govendê pêşwaziya cejnê kirin.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di yekem roja cejnê de li kevneşopiyên cejnê û ferzên olî hatin cîbicîkirin û her wiha welatiyan wekî hemû cejnan vê cejnê de jî berê xwe dan şûnwarên dîrokî û bi govendê pêşwaziya cejnê kirin.
Li Diyarbekirê bi nimêja cejnê pêşwaziya Cejna Qurbanê hat kirin. Nimêja Cejnê li Diyarbekir demjimêr 05.33yê hat kirin û wekî hemu cejnan vê cejnê de jî navnîşana sereke ya Nimêja Cejnê Mizgefta Mezin a dîrokî ya nav Sûrê bû welatiyên Diyarbekir jî berê xwe dan mizgefta dîrokî. Rayedarên dewletê jî bo nimêja cejnê li mizgefta mezin bûn. Parêzgarê Diyarbekir cejna qurbanê li hemu alema îslamê pîroz kir û amaje kir ku divê ew di rojên wisa de mexdurên erdhejê jî ji bîr nekin.
Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Su diyar kir: “Ez jî ji bo Nimêja Cejnê hatim mizgefta mezin. Ez Cejna Qurbanê li hemû alema îslamê pîroz dikim, hêviya hevgirtinê dikim. Di rojên wisa de divê em mexdurên erdhejê jî tenê nehêlin û li cem wan bin û bo birînên wan bikewînin jî her tiştek dikin.”
Piştî nimêja cejnê vê carê jî welatiyan qurbanên xwe dan serjêkirin da ku goştê qurbanê belav bikin. Ji bo vê yekê jî li Diyarbekir bo serjêkirina qurbanan xalên teybet hatin destnîşankirin û hat ragihandin ku ji bilî xalên hatine destnîşankirin serjêkirina qurbanan qedexe ye û yên pabend nebin jî tên sizadan.
Peywirdarekî ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Li Diyarbekirê 300 xebatkar bo serjêkirina qurbanan hatine peywirdarkirin, 100 xal hatine destnîşankirin. Em bang dikin ku welatî pabendî rênimayan bin.”
Welatiyekî ragihand: “Me qurbanê xwe da serjêkirin, xwedê qebul bike û ez vejna herkesi pîroz dikim.”
Welatiyên ku piştî nimêja cejnê goştê qurbanê belav kirin bi hênikbuna hewayê re jî berê xwe dan şunwarên dîrokî û yek ji wan jî Pira Deh Derî ye kul i ser pire bi govendê pêşwaziya cejnê hat kirin.