Amerîkayê rêgirî li Îranê kir ku dest daneyne ser du keştiyan

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ragihand, Îranê xwestiye ku li Tengava Hurmizê dest deyne ser du keştiyan, lê belê hêzên wan rêgirî lê kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ragihand, Îranê xwestiye ku li Tengava Hurmizê dest deyne ser du keştiyan, lê belê hêzên wan rêgirî lê kirine.

Îro Çarşemê 5ê Tîrmeha 2023an, Berdevkê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê yê li Kendavê Tim Hawkins ragihand, belemeyên şerker ên Îranê xwestine dest deynin ser du keştiyên petrolê li Tengava Hurmizê, lê belê piştî karvedanên wan hatine neçarkirin ku dûr bikevin û rêgirî li wan kirine.

Tim Hawkins dibêje: “Keştî bi awayekî asayî di Tengava Hurmizê re derbas dibûn û hêzên Îranê teqe li yek ji wan keştiyan kirin, lê belê piştî berteka Amerîkiyan, hatin neçarkirin ku ji keştiyan dûr bikevin.”

Tengava Hurmizê, Kendava Faris û Kendava Ummanê bi hev ve digihîne û yek li ser sêyê petrola cîhanê jî di wir re derbas dibe.