Daxuyaniyek ji Dije Terora Kurdistanê ve

"Droneke bombebarkirî baregeha Lîwaya Yek a Pasevaniya Sînor kire armanc."

Hewlêr (K24) – Dije Terora Kurdistanê ragihand, droneke bombebarkirî baregeha Lîwaya Yek a Pasevaniya Sînor li navenda qezaya Batîfa ya li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kire armanc û ji ber wê, ji bilî ziyanên maddî, ti ziyanek negihişte giyanê ti kesî.

Daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê wiha ye:

Daxuyaniyek li ser êrîşa terorîstî ya ser baregeha Lîwaya Yek a Pasevaniya Sînor li navenda qezaya Batîfa.

Îro Çarşemê 5ê Tîrmeha 2023an, di demjimêr 14:25 xulekan de, droneke bombebarkirî baregeha Lîwaya Yek a Pasevaniya Sînor li navenda qezaya Batîfa ya li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kire armanc û ji ber wê, ji bilî ziyanên maddî, ti ziyanek negihişte giyanê ti kesî.

Dron ji navbera gundê Dûkerê û Berûşka Sedûnî yên li sînorê qezaya Batîfa ve hatiye arastekirin û li wê navçeyê hebûna çekdarên PKKê heye.

Dije Terora Kurdistanê

5ê Tîrmeha 2023an

 

Fly Erbil Advertisment