Sibe Zelensky serdana Tirkiyê dike
Medyaya Tirkiyê ragihand, sibe roja Înê Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dê serdana Tirkiyê bike û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re bicive.
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Tirkiyê ragihand, sibe roja Înê Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dê serdana Tirkiyê bike û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re bicive.
Li gor zanyariyên medyaya Tirkiyê, sibe roja Înê 7ê Hezîrana 2023an Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana bajarê Stenbolê dike.
Biryar e Zelensky di vê serdana xwe de bi Erdogan re civînekê pêk bîne. Her wiha civîneke berfireh di navbera şandên Tirkiye û Ukraynayê de jî dê bê kirin.
Li gor zanyariyan dê di van civînan de li ser pêşhatên dawî yên şerê Rûsya û Ukraynayê û Peymana Korîdora Dexlûdan gotûbêj bên kirin ku di 17ê Tîrmeha 2023an de dema temam dibe. Herwiha pêwendiyên Tirkiyê û Ukraynayê jî mijareke sereke ya civînan e.