Li Erdexanê li hember nexweşiyeke ajelan biryara karantînayê hate dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li tevahiya gund û bazarên Erdexanê li hember nexweşiya tebeqê ya ajelan, biryara karantînayê hate ragihandin.

Li bajarê Erdexanê pêşiya belavbûna nexweşiya tebeqê ya ajelên mezin naye girtin. Bi armanca kontrolkirina nexweşiyê biryara karantînayê hate dayîn.

Nexweşiya tebeqê, di ser Îranê re bi rêya vayrosa “SAT-2” belav dibe. Parêzgariya Erdexanê bi armanca pêşîgirtina nexweşiyê li seranserê gund û bajarok û bazarên Erdexanê biryara karantînayê wergirt. Tîmên Rêveberiya Enstîtuya Tebeqê li deverên karantîna kar dikin û xwediyên ajelan agahdar dikin.

Parêzgarê Erdexanê da xuyakirin, bergiriyên wan bandora xwe nîşan daye û di demeke kurt de ewê bigihin encamê.