Wezîra Çandiniyê: Di Kabîneya Nehem de me kariye çavkaniyên avê biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Kabîneya Nehemîn kariye çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê heta asteke baş biparêze.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî gotarek di Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya li Hewlêrê hatiye lidarxistin de pêşkêş kir û tê de ragihand, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê di heyama çar salên Kabîneya Nehem de, hewlên mezin bo parastina çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê dane, ew jî bi rêya çêkirina bendav û hewzan û gihandina teknolojiya nû bo cotkaran yên taybet bi çawaniya birêvebirina çavkaniyên avê.

Bêgerd Talebanî got jî: “Guhertina keşûhewayê û bandora wê li ser jîngeha welatên cîhanê, ew rûbirûyî qeyranan kirine, ew qeyran jî gelek caran ji ber kêmbûna avê veguheriye krîzên siyasî di navbera welatan de, bi vî awayî birîna çavkaniyên avê ji aliyê welatekî li ser welatê din, bûye sedemek nakokiyên siyasî.

Bêgerd Talebanî got jî: “Em li Iraq û Herêma Kurdistanê yek ji wan welatan in ku ji ber guherîna keşûhewayê rûbirûyê metirsiyan bûne û çavkaniyên me yên avê ji aliyê welatên cîran ve tên girtin.”

Li gorî Wezîra Çandiniyê, ji ber guherîna keşûhewayê hinek kaniyên Herêma Kurdistanê hişk bûne û ev jî bûye sedema valabûna hin gundan.

Bêgard Talebanî tekez kir ku erkê her kesî ye ku beşdarî proseya parastina çavkaniyên avê û zêdekirina rûbera kesk bibe, da ku bikarin welatê xwe biparêzin.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê diyar kir jî, Herêma Kurdistanê li gor navçeyên din ên Iraqê ji aliyê çavkaniyên avê ve dewlemend e.

Fly Erbil Advertisment