Tirkiye û Erebistana Siûdî çend peymanan îmze dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye û Erebistana Siûdî di gelek waran de ku di nav wan de enerjî, veberhênana rasterast û berevanî heye, gelek peyman îmze kirin.
Di serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî bo Siûdiye de di navbera her du welatan de li ser kertên vebêrhênan, pîşesaziyê bergiriyê, enerjiyê, bergiriyê û ragihandinê de peyman hatin îmzekirin.
Bi amadebûna berpirsên her du welatan, Korbenda Karûbarên Erebistana Siûdî-Tirkî duh li Ciddeyê hat lidarxistin, tê de jî 9 peymanên di warên berevanî, bezirganî, enerjî, geştyarî û projeyên binesaziyê de di navbera her du aliyan de hatin îmzekirin.
Wezîrê Bergiriyê yê Siûdiyê Xalid bîn Selman bi riya Twittera xwe eşkere kir, bi armanca bilindkirina amadehiya hêzên çekdar û bihêzkirina şiyanên berevanî û pîşesaziyê, wan du peymanên ji bo kirîna dironan bi kompanyaya Baykarê re îmze kirine.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Omer Bolat jî di civînekê rojnamevanî de da zanîn, armanca wan ew e ku digel Siûdiyê qebareya bazirganiya xwe bigihînin 30 milyar dolarî.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duhî Duşemê, di destpêka gera xwe ya bo Kendavê de ku Qeter û Îmarat jî di nav de ne, gihîşt Erebistana Siûdî ku "hêviyên mezin" li ser vê serdanê tên girêdan, ji bo kişandina veberhênan bi armanca sivkkirina fişara li ser budceyê, kêmkirina enflasyona kronîk û daketina nirxê lîreya Tirkî.
Serokomarê Tirkiyê got jî, pêwendiyên wan ligel welatên Encûmena Hevkariya Kendavê ber bi pêşve diçin û tekez kir ku hikûmeta wî hewl dide asta danûstandinên bazirganî di navbera her du aliyan de bilind bike.