Tirkiye û Îmaratê bi nirxê zêdetir ji 50 milyar dolarî peyman îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê serdana xwe ya bo Kendava Erebî bidawî anî û welatê dawîn ku serdana wê kiribû, Îmaratê bû û çend rêkeftin bi nirxê 50 milyar dolar îmze kirin.
Ajansa fermî ya Îmarat ragihand, Serokê Îmarat Şêx Mihemed Zayid Al Nihyan roja Çarşemê pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.
Diyar kir jî, herdu serokan rêkeftina hevbeş ji bo avakirina “komîteyeke bilind a stratejî” di navbera her du welatan de, û pevguhertina yadaştname û rêkeftinan bi buhayê 50.7 milyar dolarî îmze kirin.
Li gorî wê ajansê, armanca van peymanan ew e ku qadên hevkariyên stratejîk ên berfereh di navbera her du welatan de di warên cuda de vekin û asoyê berfireh bikin ji bo bidestxistina daxwazên her du welatan ji bo geşepêdana aborî ya domdar.
Îmarat û Tirkiyê jî ji bo avakirina komîteyeke stratejîk a bilind a di navbera her du welatan de li hev kirin.
Di serdana sê rojî ya Erdogan de, ji bilî Îmarat, Erebistana Siûdî û Qeterê jî hebûn, ji bo kişandina veberhênan bi armanca sivkkirina fişara li ser budceyê, kêmkirina enflasyona kronîk û daketina nirxê lîreya Tirkî, , gelek rêkeftin hatin îmzekirin.
Tevahiya bazirganiya neneftî ya di navbera Îmarat û Tirkiyê de di sala 2022an gihîşt nêzîkî 19 milyar dolarî, ku li gorî sala 2021ê ji sedî 40 zêde bûye, ev jî Tirkiyê dike yek ji 10 hevkarên bazirganiyê yên mezin ên Îmaratê.