Patel bersiva pirsa Peyamnêrê K24ê ya li ser dayîna sîstema berevaniya asmanî bo Pêşmerge da
Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ya li ser dayîna sîstema berevaniya asmanî bo hêzên Pêşmerge, da.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê ya li ser dayîna sîstema berevaniya asmanî bo hêzên Pêşmerge, da.
Di reşnivîsa projeysaya budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bo sala 2024an de hatiye pêşniyarkirin, sîstema berevaniya asmanî ya dijî mûşek û dronan, her wiha rahênena taybet li ser sîstemê bo hêzên Pêşmerge, werin dabînkirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Îsa Hesen pirsî: Lijneya Berevaniyê ya Kongresê di reşnivîsa yasaya rêdana berevaniya niştimanî ya darayî bo sala 2024an de pêşniyar kir, Wezareta Berevaniyê bi şêwira ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê divê planek ji bo dabînkirina sîstem û dayîna rahênanê bo hêzên asayîşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li ser sîstema berevaniya dijî mûşek, roket û dronan bike. Wezareta Derve dê çiqas piştevaniya vê pêşniyarê bike?
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel diyar kir: “Ez naxwazim li ser mijarekê biavim ku hîn aktîv e û karkirina li ser wê berdewam e, ez pêşniyar dikim li ser vê mijarê pêwendiyê bi endamên rêzdar ên Kongresê bikin.”
Her wiha Vedant Patel di konferansa rojnamevaniyê de ragihand, di dema civîna Lijneya Bilind a Amerîka û Iraqê de li Washingtonê, rayedarên Amerîkayê berdewam daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kirine ku nakokiyên li ser budce û hîdrokarbon bi awayekî çareser bikin ku sûda wê ji bo gelên Iraq û Herêma Kurdistanê hebe.