Nexşerêya çaksaziya li sektora geştyariyê hat ragihandin

Li Hewlêrê di merasîmekê de bi beşdariya wezaretên pêwendîdar û bi serperiştiya Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê, nexşerêya çaksaziya li sektora geştyariyê hat ragihandin.

Dîmeneke havîngeha Bêxal, Riwandiz – wêne: Hoşyar Ergoşî
Dîmeneke havîngeha Bêxal, Riwandiz – wêne: Hoşyar Ergoşî

Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê di merasîmekê de bi beşdariya wezaretên pêwendîdar û bi serperiştiya Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê, nexşerêya çaksaziya li sektora geştyariyê hat ragihandin, ku armanc jê girîngîdana zêdetir a sektora geştyariyê û zêdekirina çavkaniyên dahatê û pêşvebirina geştyariya biyanî ye, di vê çarçoveyê de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn pêngav avêtine.

Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî li ser vê mijarê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Niha beşek ji geştyariyên biyanî berê xwe didin Herêma Kurdistanê, bi cîbicîkirina vê planê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye, qonax bi qonax rêjeya hatina geştyarên biyanî zêde dibe.”

Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê hêsankariyê dike ji bo her veberhênerekî biyanî ku bi rêya nexşerêya geştyariyê bixwaze geştûguzariyê li Kurdistanê bike, ku ji baca gumrigê û çendîn hêsankariyên din ên di projeyê de hatine bexşandin.

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî dibêje: “Yasaya veberhênanê hêsankariyên mezin pêk anîne, du cûre bexşîn hene ji bo hemû veberhêneran, bexşîna gumrig û bacê ye, her wiha bexşîna me ya din heye sê salê carekê veberhêner û xwedî projeyên geştyariyê dikarin sê salê carekê hemû keresteyên cihê geştyariyê yan hotelên nû bikin û keresteyên xwe bêyî gumrig bibin nav Herêma Kurdistanê, ev jî tenê ji bo sektora geştyariyê ya di yasaya veberhênanê de heye.”

Fly Erbil Advertisment