Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê gihişte Hewlêrê

Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Îro piştî nîvro, Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur gihişte Hewlêrê li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur dê ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive û şerê DAIŞê û piştevaniyên ji bo hêzên Pêşmerge mijara sereke ya gotûbêjên wan dibe.

Leşkerên Estonyayê beşek in ji wan çar hezar leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ku binkeyeke wan li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatiye cîgirkirin.

Estonya ji sala 2004an ve endamê hevpeymaniya NATOyê ye, herwiha ji wan 83 welatan e ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk anîne.

Fly Erbil Advertisment