Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 2ê Tebaxa 2023an pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur kir.

Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 2ê Tebaxa 2023an pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên dualî gotûbêj hat kirin û tekezî li piştevanîkirina Pêşmerge di rûbirûbûna terorê û seqamgîrbûna aştî û asayîşa navçeyê de hat kirin.

Girîngiya berdewambûna alîkarî û hevahengiya ewlehî û serbazî ya di navbera herdu aliyan de, mijareke din a civînê bû, bi taybetî rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê.

Li ser vê mijarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hêzên Estonyayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de berdewam in di piştevanîkirina Pêşmerge de.

Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina alîkarî û hevahengî û berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge nîşan da.

657
7
65
576
7
567
657

 

Fly Erbil Advertisment