Encûmena Wezîran: Ti bihaneyek nemaye li ber Hikûmeta Iraqê ku şandina mafên Herêmê ji vê zêdetir paş bixe
Bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 2ê Tebaxê, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di salvegera komkujiya Şingalê û jenosîdkirina xwişk û birayên Êzidî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, bi navê Encûmena Wezîran, bi rêz û rûmet şehîd û qurbaniyên wê komkujiyê bi bîr aniye û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi piştevanîkirina mafên Êzidiyan dubare kiriye û pesnê civaka navdewletî daye ji bo jenosîdnasandina vê komkujiyê, da ku rê li dubarebûna vê komkujiyê bigre, her wiha tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê kiriye.
Di beşa yekem a civînê de Serokwezîr ronahî xiste ser pêşhat û geşedanên herî dawî yên cîbicîkirina yasaya budceya Iraqê û dabînkirina heqên darayî yên mûçe û beşa budceya Herêmê û rêrewa danûstandina navbera Hikûmeta Herêmê û Bexdayê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe cîbicî kirine û bi vê şêweyê jî, ti hincet û bihaneyek nemaye li ber Hikûmeta Federal ku şandina mafên Herêmê ji vê zêdetir paş bixe, loma divê Hikûmeta Federal, maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê li gor yasaya budceyê were şandin.
Encûmena Wezîran daxwazê ji hêz û partî û aliyên Kurdistanî dike ku hevhelwest û yekdeng bin li ser dakokîkirina li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û dabînkirina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê ku di nav budceyê de hatiye bicihkirin.
Beşa duyem a civînê li ser rewşa elektrîk û giraniya benzînê li Herêma Kurdistanê û hewldanên Wezareta Elektrîkê û Wezareta Çavkaniyên Şirûştî bû li ser vê mijarê, ku ji bo çareserkirina giranbûna bihayê benzînê û hêsankariyên wezaretê ji bo hawirdekirina benzîn û handana parzûngehan ji bo parzûnkirina zêdetir a petrola xav ji bo dabînkirina benzînê.
Di beşa dawiyê de, projeya dîjîtalkirina dayîna pereyan bi rêya elektronîk a E-Payment û projeya Hejmara Min ji aliyê Rêveberê Ofîsa Serokwezîr Ezîz Ehmed û hejmarek ji alîkariyên wî ku beşdar in di bicihkirina projeyê de, ji Encûmena Wezîran re hat pêşkêşkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû wezaret û fermangehên hikûmetê raspart ku alîkarên projeya Hejmara Min bin, da ku ev çaksaziya ku di sîstema bankî de dest pê hatiye kirin, bileztir bibe û tê çaverêkirin ku di siberojeke nêzîk de ku dawiya sala 2025an derbas neke, hemû xizmetguzarî bibin bi dîjîtal û danûstandina bi neqd were sînordarkirin.
Di dawiya civînê de Encûmena Wezîran piştevaniya xwe ji bo hewlên Serokatiya Herêma Kurdistanê dubare kir ji bo destnîşankirina dema nû ji bo hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê, daxwaz jî ji partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat kirin ku piştevaniya vê pêngavê bikin û piştgir bin ji bo serxistina proseyê. Ji vî alî ve jî Hikûmeta Herêmê amadebûna xwe nîşan da ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankarî û amadekariyên ku li stûyê hikûmetê bin.





