Giranbûna veguhastinê baldariya bo bisiklêtan zêde kiriye

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hem bihayê trimbêlan her roj zêde dibin, hem jî bihayê sotemeniyê. Piştî giranbûna xercên veguhastinê, welatî jî zêdetir berê xwe didin bisiklêtan.

Li Tirkitê û Bakur di nav mehekî de, bihayê sotemeniyê ji 2 qat zêdetir giran buye û her roj jî zêdetir dibe. Bi giranbûyîna sotemeniyê re, veguhastin jî ku pêwistiyeke serekî ya morava ye, li ser welatiyan dibe barekî giran.

Firoşkarên duçerxeyan radigihînin ku ji ber giranbûyîna sotemeniyê, gelek welatiyên ku seyareyên wan hene jî bikarnaynin û her diçe eleqe û baldariya ji bo hemû cureyên dûçerxe û motorsiklêtên elektrîkê zêde dibe.

Firoşkar û hosteyê duçerxeyan Wedat Işikay dibêje: “Ez ji sala 1984’an ve vî kara dikim. Me dem adi destpêkê de dûçerxeyên bi vites anîbûn, welatiyan digotin duçerxeyên bi vites çewa dibin? Veguhastin pêwîstiyeke ku li ser welatiyan ferz e. Ji ber ku sotemenî û her tişt li piyasê giran dibe, eleqeya ji bo dûçerxeyan zêde dibe û firotin jî zêde dibe. Bi duçerxeyan dikarî ji ber derî biçî ber deriyeke din ev jî xweşiyeke wê ye. Dîsa zirara wê ji xwezayê re tune ye û hem ji bo saxlemiya mirov hem jî bêrîka mirov wasitayeke baş e.”

Welatiyên ku hem ji bo temîra dûçerxeyan, hem jî ji bo fêrbûna bihayê dûçerxeyan tên jî, bale dikşînin ku xercên veguhastinê her diçe zêde dibe û dûçerxe ji bo veguhastina nav bajêr alternatîfeke baş e.

Welatî Esîn Ûs dibêje: “Ev duçerxe ya kurê min e. Zincîra wê qetiyabû me anî temîrê. Lê sotemenî wisa giran buye ku gelek cîran û hevalên min ku seyareyên wan jî hene, ez dibînim êdî bi dûçerxeyan çû-hatina xwe dikin. Bi rastî jî mirov ji ber giranbûyîna kel û pelan nikare hesavê rojeke din bike. Dûçerxe tenê dikarin heta astekî pêwistiyekî bicîk bikin. Lê giranbûyîna her tiştî xema me hemûyan e.”

Li Tirkiyê, lîtreya panzîn û mazotê nêzîkî 40 lîre bune û otoxaz jî ji 17 lîre derbas bûye. Giranbûyîna sotemeniyê, li ser hemû fiyetan bandor dike, lê di serî de veguhastin tê ku sotemenî li ser bandor dike. Ji bo kêmkirina xercên veguhastinê dûçerxe wek rêbezake mîsoger a welatiya ne.