Hunermend Beytocan bi rêya Kurdistan24ê peyamek belav kir
Piştî belavbûna nûçeya koça dawî ya hunermendê navdar Beytocan, di peyameke vîdyoyî de Beytocan bi rêya Kurdistan24ê nûçeyên bi vî rengî red dike.
Stockholm (K24) – Piştî belavbûna nûçeya koça dawî ya hunermendê navdar Beytocan, di peyameke vîdyoyî de Beytocan bi rêya Kurdistan24ê nûçeyên bi vî rengî red dike.
Beytocan di peyama vîdyoyî de dibêje: “Ez Beytocan im, wekî ku hûn dizanin, îro 4ê Tebaxê dîsa behsa mirina min dikin. Nizanim kî behsa mirina min dike, dîsa dibêjim, ji bilî malbata min kî behsa mirina min bike nerast e, derew e.”
Hunermend Beytocan ku çend sal in ji ber rewşa tendirustiyê ji karê hunerê dûr ketiye, ji duh ve li ser medyaya civakî nûçeya koça wî ya dawî belav bûye.
Beytocan di sala 1955an de li Bakurê Kurdistanê jidayîk bûye û di 1986an de ji ber ku di Newrozê de bi Kurdî stran gotine, nêzîkî şeş salan hatiye zindanîkirin û piştî azadbûnê çûye Ewropayê û niha li Swêdê dijî.