Li Diyarbekirê ji bo gamêşan gol hatin çêkirin

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve bo gamêşan li gundewarên Diyarbekirê gol hatin çêkirin.

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve bo gamêşan li gundewarên Diyarbekirê gol hatin çêkirin ku di hewaya germ a Diyarbekirê de ku hişkesalî jî bibandor e bo ajalan wek derfetek girîng tê dîtin û ev yek dê bo pirsgirêka kêmbûna ajalvanî û avdaniyê jî dikare bibe gavek çareseriyê jî.

Tîrmeha îsal wek di dîrokê de meha herî germ hat tomarkirin ku germahî bandora xwe li hemû qadên jiyanê dike û di warê ajalvanî û çandiniyê de jî ajalvan û cotkaran dixe tengasiyê.

Şaxa Xizmetên Gundewarî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî ji bo gamêşan li gundewarên Diyarbekir golên ku gamêş bikaribin tê xwe hênik bidin da çêkirin. Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê didin zanîn ku piştî wan li qadê lêkolîn kirine û li gundan geriyane hewce dîtine ku ji bo ajalan golên wisa çêbikin.

Serokê Şaxa Xizmetên Gundewarî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji K24ê re diyar kir: “Me li gundan lêkolîn kir û me dît ku di warê avê de kêmasiyeke wisa heye, me jî biryar da ku golên wisa çêbikin. Ev yek hem bo hênikbûnê girîng e û hem jî bo avdaniyê sudbexş e. Gundiyên ku dizanin me golên wisa çêkirina gazî me dikin û dixwazin em li gundên wan jî golên wisa çêbikin.”

Gavanên ku bin tava dijwar de kare xwe dikin jî ji çêkirina golan keyfxweş in û balê dikêşin ku berê ew diçun çavkaniyên avê yên ku ji gund dur bun û her wiha kaniyên derdorê têrê nedikirin ku ajal bikaribin têkevinê û xwe hênik bikin û dibêjin çêkirina golan bo ajalvaniyê jî sûdbexş e.

Gavan Selahedîn Koylu ji K24ê re diyar kir: “Niha piştî ku gol hat çêkirin û gamêş ketinê medê wan jî geş bû, bi vî awayî şîrê wan jî zêdetir dibe û goştê wan jî baştir dibe. Berê em dûr diçun heta me av peyda dikir. Niha baş bû ku xizmetek wisa hat kirin.”

Li gorî daneyan Diyarbekir di warê xwedîkirina gamêşan de di rêza duyem de yeku li Samsunê 19 hezar û li Diyarbekirê 17 hezar gamêş tên xwedîkirin û armancek jî ew e ku Diyarbekir div î warî de bibe yekem.

Ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ve heta niha li gundewarên Diyarbekir 164 gol hatine çêkirin û tê pêşbînîkirin ku ev hijmar di sala pêşiya me de ji 200 jî zêdetir bibe.

Fly Erbil Advertisment