Zêdetirî sê hezar serbazên Amerîkî gihiştine Rojhilata Navîn
Di çarçoveya plana bihêzkirina hebûna serbazî li navçeyê û hilkişîna asta aloziyan ligel hêzên deryayî yên Îranê de, zêdetirî sê hezar serbazên deryayî yên Amerîkî gihiştine Rojhilata Navîn.
Hewlêr (K24) – Di çarçoveya plana bihêzkirina hebûna serbazî li navçeyê û hilkişîna asta aloziyan ligel hêzên deryayî yên Îranê de, zêdetirî sê hezar serbazên deryayî yên Amerîkî gihiştine Rojhilata Navîn.
Gihiştina wan sê hezar serbazên Amerîkî di çarçoveya plana belavkirina hêzên Marinesê de ye li pişta keştiyên bazirganî ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin û hewlek e ji bo pêşîlêgirtin û pûçkirina her hewleke Îranî ji bo destdanîna ser keştiyên bazirganî.
Li ser vê mijarê, Keştîgeliya Pêncem a Amerîkî daxuyaniyek belav kiriye û tê de eşkere kiriye ku zêdetirî sê hezar serbazên deryayî yên Amerîkî roja 6ê Tebaxa 2023an gihiştine navçeya Rojhilata Navîn, herwiha destnîşan kiriye ku keştiya êrîşber a bejahî ya deryayî USS Bataan û keştiya daketinê ya USS Carter Hall gihiştine Deryaya Sor piştî derbasbûna wan ji Deryaya Spî.
Her wiha hat eşkerekirin ku keştiya êrîşber a bejahî ya deryayî USS Bataan zêdetirî 24 helîkopter û hejmarek cûreyên din ên firokeyan hilgirtine.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihandiye, belavbûna serbazên Amerîkayê li navçeyê, tenê di berjewendiya Amerîkayê de ye, her wiha gotiye, hebûna serbazên Amerîkayê li navçeyê, ti car seqamgîriyê dirust nake, hebûna wan li navçeyê, alozî û neseqamgîrî û nearamiyê derdixe holê.