Li Diyarbekirê kirîn û firotina xaniyan kêm bûye

Kompaniyek cîhanî ya emlakvaniyê radigihîne ku li cîhanê bihayê xaniyan herî zêde li Tirkiyeyê bilind dibe û ev yek xwe li Diyarbekirê jî dide der.

Diyarbekir (K24) - Kompaniyek cîhanî ya emlakvaniyê radigihîne ku li cîhanê bihayê xaniyan herî zêde li Tirkiyeyê bilind dibe û ev yek xwe li Diyarbekirê jî dide der ku li Diyarbekirê ji ber bihayê bilind ên xaniyan û peydanebûna krediyê xanî wek berê nayên firotin.

Kompaniyek  emlakvaniyê ya Brîtanî raportek gerdunî ya derbarê bihayên xaniyan de aşkere kir. Raport 56 dewletan li xwe digire û di nava van 56 dewletan de jî bihayê xaniyan herî zêde û herî bilez li Tirkiyeyê zêde bûye kû îsal li Tirkiyeyê bihayê xaniyan %132.8 zêde bûye û raport sedema vê yekê jî wek zêdebuna enfilasyonê nîşan dide û dîsa raport dide zanîn 3 mehên pêşî yên îsal de biha %22 zêde bûne û ev yek dide nîşan ku dê heta dawiya salê jî li Tirkiyeyê zêdebuna bihayê xaniyan berdewam be.  Kesên karê avakirina xaniyan ve mijul in jî dibêjin  bilindbuna dolar û zêdebuna lêçunê bandorê li bihayan dikin.

Avahîsaz Abdurahîm Ergîn ji K24ê re diyar kir: “Wek mînak ez dikarim bêjim 2 sal berê me kîloya hêsin bi 6 lîreyî distand lê niha derketiye 20 lîreyî ango 6 qat zêde bûye. Ev yek tenê tena serê dikare sedema zêdebuna bihayan rave bike. Banqa wek berê qredî nadin. Dolar bilind dibe û enfilasyon jî li aliyekî ye.”

Bihabûna bazarê debarê zehmet dike û dema debar zehmet be jî ev yek bi xwe re bilindbûna muçeyên karkeran jî tîne û ji ber ku têra debara wan nake karker bi muçeyên berê naxebitin û peydakirina karkeran jî zehmet dibe ku sedemek din a bihabuna xaniyan jî bi vê rewşê ve tê girêdan.  Karkerên ku bi salane wek hoste karê înşaatê dikin dibêjin  hemu kelupelên di çêkirina avahiyan de tên bikaranîn biha dibin û bivê nevê mûçeyê karkeran jî divê bilind bibe.

Huseyîn Şahîn dibêje: “2 sal berê mûçeyê rojane yê karkeran 200 lîre bû lê miha eger karkerek ji derveyî bajêr hatibe ji 1000 lîreyî zêdetir e. Ji ber vê yekê jî hoste nikarin êdî karkeran jî peyda bikin. Berê karkerên hevalên me bûn dihatin alîkariya me dikirin lê niha bo alîkariyek biçuk jî pere dixwazin û mafdar in.”

Bilindbûna bihayê xaniyan bi xwe re rewşek din jî derxistiye holê ku kirrîn û firotina xaniyan jî sekiniye. Wek mînak li Diyarbekir hezîrana sala borî de 1886 xanî hatine firotin, hezîrana îsal de ev reqem daketiye 1435ê.

Fly Erbil Advertisment