Dije Terora Kurdistanê: Firokeyeke bêfirokevan li Silêmaniyê otomobîlek kire armanc

Li Silêmaniyê firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc û berpirsekî bilind ê PKKê û çekdarek û şofêrê otomobîlê hatine kuştin.

Hewlêr (K24) – Dije Terora Kurdistanê ragihand, li Silêmaniyê firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc û berpirsekî bilind ê PKKê û çekdarek û şofêrê otomobîlê hatine kuştin.

Dije Terora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir ku tê de hatiye diyarkirin: “Îro Înê 11ê Tebaxa 2023an, di demjimêr 15:30 xulekan de, firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê li rêya Miley Nelme li nêzîkî nahiya Nalparêz a qezaya Pênciwên a li parêzgeha Silêmaniyê otomobîleke çekdarên PKKê kire armanc, di encamê de berpirsekî bilind ê PKKê û çekdarekî din û şofêrê otomobîlê hat kuştin.”

Îro Înê 11ê Tebaxa 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê ragihand, îro piştî nîvro firokeyeke bêfirokevan li ser rêya Pênciwên otomobîlek kire armanc, ku sê kes tê de bûn û di encamê de otomobîl şewitî û her sê kesên tê de canê xwe ji dest dan.

Fly Erbil Advertisment