Albuma nû ya Ciwan Haco derket

Hunermendê navdar Ciwan Haco albuma xwe ya nû ya bi navê "Lêv" belav kir, ku tê de 12 stran hene û album bi awayekî profesyonel hatiye berhemanîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê navdar Ciwan Haco albuma xwe ya nû ya bi navê "Lêv" belav kir, ku tê de 12 stran hene û album bi awayekî profesyonel hatiye berhemanîn.

Ev album destpêkeke nû ya jiyana hunerî ya hunermend Ciwan Haco ye di sala 2023an de piştî vegera wî ya bo nav hunera muzîkê, ku piraniya stranên xwe jî ji bo evîndariyê gotine.

Ciwan Haco ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku stranên vê albumê, bi hezkirinê tijî ne û dildarên Kurd tînin coş û xiroşê, ku bûbû demek li benda wî û berhema wî ya nû bûn, di albuma Lêvê de jî stranên "Hez Dikim, Tu Ciwan î, Çavreş, Seyro, Mektûb, Gulek, Yara Derew, Lêv" têne dîtin. Her wiha dibêje, ew stranên xwe ji hezkiriyên dengê Ciwan Haco re diyarî dike.