Bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de 6 milyar dolar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê û Îran hewl didin ku danûstendinên bazirganî di navbera xwe de bipêş bixin û derfeta guncaw ji bo karsaz û veberhênerên Îranî tên pêşkeş kirin ku werin Herêma Kurdistanê û veberhênanê bikin, peymanên veberhênana hevbeş îmze bikin û bazirganiya di navbera her du aliyan de bipêş bixin.

Di vê çarçoveyê de, roja şemiyê 19/8/2023an, Korbenda Aborî, Bazirganî û Pîşesazî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li bajarê Silêmaniyê birêve çû. Bi riya vê Korbendê, karsazên her du aliyan zêdetir nêzî hev bûn û derfetên berfirehkirina hevkariyên bazirganî gotûbêj kirin.

Di vê derbarê de, Serokê Yekîtîya Hawerdekar û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman ji K24ê re got: “Me girêbestek ligel Mako îmza kir ku tê de çend xal hene, da ku em bi hev re kar bikin û kelûpelên wan yên ku pêwîstîya me bi wan heye, bînin Herêma Kurdistanê û di pêşerojê de em bikarin berhemanîn û hinardekirina bo Îranê zêde bikin. Em hewl didin ku li Herêma Kurdistanê kargehên stratejîktir ava bikin û hilberîna xwe ya navxwe zêde bikin, da ku em bikarin hinardeyî welatên din bikin.”

Karsazên îranî jî dixwazin bi rêya berjewendiyên aborî dixwazin zêdetir hevahengiyê bikin û karsazên Kurd vedixwînin ku veberhênanê li Îranê bikin.

Rêveberê Giştî yê Navçeya Azad a Makoyê Husên Gerosî dibêje: “Planên me yên bazirganiyê li navçeya azad a bazirganî û pîşesazî yên welatê me hene, herêma azad a Makoyê nêzî rojavayê Îranê ye û em dikarin hem di warê çandinî û hem jî di warê sewalkariyê de kar bikin.”

Qebareya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de salane şeş milyar dolar e, her du alî jî plan dikin ku asta bazirganiyê berfirehtir bikin.