Ji ber hejariyê nêzî 60 hezar kes ji Diyarbekirê koç kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Amarê ya Tirkiyê ragihand, par 59 hezar kes ji parêzgeha Diyarbekirê koçî rojavayê Tirkiyê kirine.

Li gorî amarên Desteya Amarê ya Tirkiyê, par 46 hezar kes ji parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê hatine Diyarbekirê û lê bicih bûne. Li hember, jî 59 hezar kes ji parêzgehê koçî parêzgehên rojava kirine.

Serokê Dezgeha Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioglu jî diyar kir, sedema koçkirina welatiyên Diyarbekirê, ji ber şert û mercên civakî û aborî ne.

Ragihand jî, du ji sêyê welatiyên Kurd li Bakur û Tirkiyê, li parêzgehên rojavayê Tirkiyê dijîn û ji ber vê yekê Diyarbekir ji ber koçberiya rûniştvanên wê rastî kêmbûna karîna mirovî bûye.