Pêşewa Hewramanî: Wezîrê Derve yê Tirkiyê vê hefteyê serdana Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dê vê hefteyê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser rûpela xwe yê “facebook” nivîsî: “Di vê hefteyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û dê li Hewlêrê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive.”
Pêştir jî Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji K24ê re ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan dê roja Çarşemê serdana Bexdayê bike û dê bi rayedarên payebilind ên Iraqê re têkiliyên di navbera Bexda û Enqereyê de û mijarên hevpar ên her du welatan gotûbêj bike.
Sehaf got, Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bicive û dê peywendiyên di navbera her du welatan de gotûbêj bikin. Her wiha dê guftûgoyan derbarê pirsên ewlehiya hevbeş ji bo parastina ewlehiya herêmê bikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê got, mijara av û pişka ava Iraqê yek ji mijarên li ser maseya di navbera her du welatan de ye. Wezareta Derve û hemû aliyên din rola xwe di vê mijarê de dilîze û ev mijar dê bi kûrahî were ronîkirin.
Her wiha Sehaf got: “Me her tim kiryarên yekalî yên ku ziyanên mirovî û madî û rûmeta Iraqê dikin armanc şermezar kirine û dê ev mijar bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re were gotûbêjkirin.”