Li Agiriyê bi hêza 4.1 pileyan erd hejiya

Li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rû da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.1 rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya bazîdê ya ser bi parêzgeha Agiriyê, bi hêza 4.1 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 21:22 xulekan de û 5.03 kîlometre di bin erdê de rûdaye.