Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrên Derve û Enerjiyê yên Tirkiyê kir

Di civînê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hat kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrên Derve û Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yên Tirkiyê civiyan û di civînê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê kirin.

Roja Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û di hevdîtinê de ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yên Tirkiyê Alparslan Bayraktar amade bû, geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya bihêzkirina pêwendiyan ligel Tirkiyê di warê danûstandina bazirganiyê û hêsankarîkirina hatûçûn û geştyarên her du aliyan de kir.

Mijareke din a civînê taybet bû bi pêwîstî û girîngiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê û nehiştina hemû astengî û kêşeyên li ser vê mijarê, ji ber ku rawestana hinardekirina petrolê, ziyan gihand hemû aliyan.

Herwiha di beşeke din a gotûbêjan de behsa projeya ku bi navê "Rêya Geşepêdanê" tê nasîn û bi girêdana welatên Kendav û Iraqê bi Tirkiye û cîhanê bi rêya wê xeta hesinî, hat kirin. Li ser vê mijarê Serokwezîr dûpat kir ku pêwîst e encamdana projeyê bi rizamendî û hevahengîkirina ligel Herêma Kurdistanê be û bi awayekî be ku di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên cuda yên Iraqê de be.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê xweşhaliya xwe bi serdankirina Herêma Kurdistanê nîşan da û amadebûna welatê xwe jî ji bo bihêzkirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da.

Piştre Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Tirkiyê di daxuyaniyekê de ji bo dezgehên ragihandinê, tekezî li pêşvebirina pêwendiyên dualî di warên aborî û bazirganî û hevahengiyê de ji bo asayîş û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê kirine.