Îsal 13 kes li Hewlêrê di avê de xeniqîne
Ji destpêka meha havîna îsal ve heta niha 13 kes li sînorê parêzgeha Hewlêrê di avê de xeniqîn, ji bo hişyarîkirina geştyar û welatiyan helmetek li ser rûbar û navçeyên geştyariyê li sînorê Hewlêrê dest pê kir.
Hewlêr (K24) – Ji destpêka meha havîna îsal ve heta niha 13 kes li sînorê parêzgeha Hewlêrê di avê de xeniqîn, ji bo hişyarîkirina geştyar û welatiyan helmetek li ser rûbar û navçeyên geştyariyê li sînorê Hewlêrê dest pê kir.
Rêvebera Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan li Parêzgeha Hewlêrê Naz Celal ji Kurdistan24ê re ragihand: “Li gor amarên Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê di havîna îsal de 13 kes li sînorê parêzgeha Hewlêrê xeniqîn, di wê hejmarê de jî 9 kes li Zêya Mezin xeniqîn.”
Naz Celal diyar kir: “Me Tîma Bersivdana Bilez a Mirovî raspart ku helmeteke berfireh dest pê bikin ji bo hişyariya melevanîkirina li wan cihên geştyariyê, yekem cih jî îro li Zêya Mezin a li qezaya Xebatê helmet birêve diçe û li cihên din berdewam dibe.”
Li gor amarên ku Kurdistan24ê bi dest xistine, di sala borî de 77 bûyerên xeniqînê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, herwiha di 7 mehên yekem ên îsal de 56 bûyerên xeniqînê rûdane.