Rêgirî li K24 hat kirin ku di civîna rojnamevaniyê ya Şasiwar Ebdulwahîd de beşdar bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bê behane, rêgirî li peyamnêrê Kurdistan24ê hat kirin ku îro beşdarî kongreya rojnamevanî ya Şasiwar Ebdulwahîd bibe, ku berî niha bi fermî ji bo beşdarbûna wê kongreyê hatibû vexwendin.

Tevgera Newey Niwê “Nifsê Nû” bang li kenalên ragihandinê ku Kurdistan24 jî di nav de ye kir, ku îro demjimêr 15:00ê li navenda giştî ya tevgerê amade bibin, ji bo civîneke rojnamevaniyê ya serokê wê tevgerê Şasiwar Ebdulwahîd belav bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê Aram Bextiyar li baregeha Tevgera Newey Nû amade bû, lê bêyî ku bihaneyek hebe, rê li ber wî hat girtin ku derbasî hola civîna rojnamevaniyê bibe.

Şasiwar Ebdulwahîd Qadir her tim îdia dikir ku divê azadiya derbirînê hebe, lê berûvajiyê wê hat dîtin.

Kurdistan24 bi berdewamî hewl dide dengê partiyên cuda yên Herêma Kurdistanê veguhêzîne, lê ev çendîn car in rê li ber wê hatiye girtin.

Fly Erbil Advertisment