Rêxistina Peyamnêran: Rêgirtina ofîsa Şasiwar Ebdulwahîd li tîma K24ê binpêkirina rojnamevaniyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku îro rêgirî li tîma Kurdistan24ê hate kirin ku rûmala civîna rojnamevanî ya Serokê Newey Niwê li Silêmaniyê bike, Rêxistina Peyamnêran ev kar şermezar kir û got, ev binpêkirina karê rojnamegeriyê ye.

Rêxistina Peyamnêrên Kurdistanê îro 26ê Tebaxa 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, îro di dema kongreya rojnamevanê ya Serokê Newey Niwê de, rêgirî li tîma Kurdistan24ê û hejmarek dezgehên din ên ragihandinê hate kirin, ev jî piştî wê hat ku dezgehên ragihandinê ji aliyê nivîsgeha Serokê Newey Niwê ve hatibû agahdarkirin ku konferansa rojnamevaniyê ya Şaswar Ebdulwahîd veguhêzin.

Rêxistina Peyamnêrên Kurdistanê got, tîma van ajansên han beriya konferansê giheştin navenda Newey Niwê li Silêmaniyê, lê mixabin ji aliyê nivîsgeha Serokê wê vê tevgerê ve rêgirî li wan hate kirin û rê nedan ku rûmala konferansa rojnamevaniyê bikin.

Rêxistina Peyamnêran vê rêgirtinê weke binpêkirina karê rojnamegeriyê dizane û daxwaz ji Serokê Newey Nû dike ku li ser van binpêkirinan lêkolînê bike, ji ber ku her tim doza azadiya derbirînê û medyaya azad dike.

Tevgera Newey Niwê “Nifsê Nû” bang li kenalên ragihandinê ku Kurdistan24 jî di nav de ye kir, ku îro demjimêr 15:00ê li navenda giştî ya tevgerê amade bibin, ji bo civîneke rojnamevaniyê ya serokê wê tevgerê Şasiwar Ebdulwahîd belav bikin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê Aram Bextiyar li baregeha Tevgera Newey Nû amade bû, lê bêyî ku bihaneyek hebe, rê li ber wî hat girtin ku derbasî hola civîna rojnamevaniyê bibe.

Şasiwar Ebdulwahîd Qadir her tim îdia dikir ku divê azadiya derbirînê hebe, lê berûvajiyê wê hat dîtin.

Kurdistan24 bi berdewamî hewl dide dengê partiyên cuda yên Herêma Kurdistanê veguhêzîne, lê ev çendîn car in rê li ber wê hatiye girtin.

Fly Erbil Advertisment