Di Tebaxê de berf bi ser Çiyayê Sîpanê de barî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bakurê Kurdistanê di meha Tebaxê de berf bi ser Çiyayê Sîpanê de barî.

Di demekê de ku pileya germahiyê li gelek bajarên Kurdistanê bilind e û xek ji germahiya hewayê bêzar in, berf bi ser Çiyayê Sîpanê yê bakurê Kurdistanê barî.

Yek ji welatiyên deverê dibêje, ew di meha Tebaxê de dikarin çar demsalan bibînin û dixwazin xelk bên delaliyên xwezaya deverê bibînin.

Çiyayê Sîpanê dikeve ber qeraxa Gola Wanê û girêdayî bajarokê Elcewaza yê ser bi bajarê Bitlîsê ye. Çiyayê Sîpanê, piştî Çiyayê Agiriyê û Cîloyê sêyem bilindtirîn çiyayê Bakurê Kurdistanê ye.