Li Wanê, Erzînganê û Îdirê ji ber barana zêde lehî rabû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li sê bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Wanê, Erzînganê û Îdirê baraneke zêde barî û kolan û kûçe ji avê pir bûn û li hin bajarokan jî lehî rabû.
Bi taybet li bajarokên Payîava û Riya Armûşê yên ser bi Wanê lehî rabû û çendîn mal di bin avê de man.
Li Îdirê û Erzînganê jî çendîn mal û dikan û avahî ji ber lehiyê di bin avê de man.
Îro tê pêşbînîkirin bajarên derdora Wanê baran bibare.