Li Sêrtê bi hêza 3.9 pile erdhej rûda

Li navenda bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 3.9 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navenda bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 3.9 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navenda bajarê Sêrtê, bi hêza 3.9 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 07:35 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.