Di 1ê Îlonê de li Diyarbekirê banga aştiyê hat kirin
Li Diyarbekirê saziyên sivîl û partiyên siyasî di 1’ê Îlonê de, peyam û daxwazên aşitiyê ragihandin.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê saziyên sivîl û partiyên siyasî di 1’ê Îlonê de, peyam û daxwazên aşitiyê ragihandin. Bal hat kişandin ku 1’ê Îlonê salvegera destpêka şerê duyemîn yê cîhanê ye bûye sedema karesatên mezin û ji bo ku di ciyê şer û aloziyan de, aşitî bê sazûmankirin û bibe rêbaz vê rojê wek roja bilindkirina daxwazên aşitiyê pêşwazî dikin.
Mafparêz, rêvebirên partiyên siyasî û saziyên sivîl bi mebesta 1’ê Îlonê; peyam û daxwazên aşitiyê bi çalakiyên cuda berz û bilind dikin. Siyasetmedar û rêvebirên saziyên sivîl, balê dikşînin ku şer û pevçûn tenê encamên windakirinê û wêrankirinê peyda dikin. Loma jî aşitî daxwaz û bêriya hemû cîhanê ye lê herî zêde jî bêriya gelê Kurd e.
Hevserokê Diyarbekirê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyad Ceylan ji K24ê re diyar kir: “Mixabin erdnîgariya Kurdistanê bi sala ye di nava şer de ye û ji wisa berdewam dike. Herî zêde Kurd, lê divê hemû dînamîkên civakê li hemberî şer û pêkutiyan û li hember zilm û zordariyan dengên xwe bilind bikin. Em dibêjin bi xwîn rêjandinê pirsgirêkên li ser erdnîgariya Kurdistanê, li Tirkiyê û şerqa navîn tu dewletekî û aliyekî nikare çareser bike. Pirsgirêk bi mafan û dabînkirina mafan û bi naskirina azadiyê tên çareserkirin.”
Mafparêz jî balê dikşînin ku divê bang û daxwazên aşitiyê salê rojekî nebe, lê di her rojên salê de berdewam bê kirin û divê rayedar jî, ji bo çareseriya pirsgirêkan rêbazên aşitiyê ji xwe re bikin rêbaz.
Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê yê li Diyarbekirê Murad Aba ji K24ê re diyar kir: “Her sal di 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê de, em daxwazên xwe bilêv dikin. Em dibêjin li Dinyayê, ê ewil jî li Tirkiye û Kurdistanê aşitî û aramî çê bibe. Lê em dibînin ku hêzên dewletê her sal êşkence û binpêkirinên mafên mirovî her sal zêdetir binpê dikin û ev jî me xemgîn dike. Lê em dizanin ku divê li vê axê, li vî welatî aşitî pêk were. Bê aşitî em nikarin nefes bistînin û bêhna me diçike ji ber ku aşitî ji bo însan wek nan û av pêwîstiyek e.”
Biryare ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP û saziyên sivîl jî bi mebesta roja aşitiyê, îro mîtingekî lidar bixe.
Di 1’ê Îlona îsal de jî, ji Diyarbekirê daxwaz û peyamên aşitiyê hatin bilêvkirin. Siyasetmedar û mafparêz balê dikşînin ku erdnîgariya Kurdistanê, ew erdnigarî ye ku herî zêde ji şer û pevçûnan êş kişandiye û bêriya aşitiyê kiriye. Loma jî daxwaz dikin ku ji bo sazûman kirina aşitiyê ji destên kê çi tê divê bikin.