Xweza, dîrok û çanda Qilabanê di sempozyûnekê tê danasîn
Diyarbekir (K24) – Li Qilabana Şirnexê sempozyumek hat lidarxistin ku tê de hem xwezaya bedew a Qilabanê hat danasîn, hem jî dîrok û çanda dewlemend a deverê bi xebatên akademîk hatin pêşkêşkirin. Sempozyûma 8ê Îlonê dest pê kiriye dê 3 rojan bidome.
Ji aliyê Zankoya Şirnex, Parêzgeriya Şirnex, Qeymeqamiya Qilabanê û saziyên sivîl ve Sempozyûma Qilabanê hat li darxistin. Di sempozyumê de 62 danezan, 14 civîn tên li darxistin û ji Emerîka Herêma Kurdistanê Macarîstan jî tê de 54 akademîsyen beşdar in. Amadekarên sempozyumê balê dikêşin ku cara yekem e ku li Qilabanê sempozyum tê li darxistin û ev yek bo Qilabanê gelek girîng e.
Teybetmendiyek a Sempozyûma Qilabanê ew e ku vê sempozyumê de beşek ji xebatên hatîn pêşkêşkirin di nava konan de hatin pêşkêşkirin û di konan de danasîna çanda kurdî jî hat kirin û welatiyên beşdarî sempozyûmê bûyîn jî dîmenên rengîn derxistin holê
Ev cara yekem e li Qilabanê sempozyûm tê li darxistin û welatiyên Qilabanê dixwazin ne cara dawîn be, û xebatên danasînê berdewam bin.