Li Stenbolê di erdhejeke mezin de dibe ku 600 hezar avahî hilweşin
Li Stenbolê ku ev demeke dirêj behsa erdhejeke çaverêkirî tê kirin bi taybet niştecîhên ji ber neçarî li herêmên kevn û di xaniyên kavil de dijîn xwe wek miriyên zindî dibînin û di nav metirsiya erdhejeke mezin de dijîn.
Stenbol (K24) - Li Stenbolê ku ev demeke dirêj behsa erdhejeke çaverêkirî tê kirin bi taybet niştecîhên ji ber neçarî li herêmên kevn û di xaniyên kavil de dijîn xwe wek miriyên zindî dibînin û di nav metirsiya erdhejeke mezin de dijîn. Bi nêrîna pisporê Japonekî dîrok ne diyar e lê erdhejeke mezin teqez li Stenbolê bi mezinahiya 7,0 rû bide di encama wê de jî bi sed hezaran xanî dê bên rûxandin.
Bajarê Stenbolê ku zemanekî ax û kevirê wî wek zêr dihat binavkirin lê niha gelek xaniyên li ser kevir û axên vî bajarî hatine avakirin wek gorekê tên binavkirin.
Mehmet Yeralan ligel hevjîn û 5 zarokên xwe li Stenbolê ku xetên fay ên erdhejê, lê hene ji ber neçarî di xaniyeke kevn a 200 salî de ku hatiye asta hilweşandinê di metirsiya erdhejeke çaverêkirî de dijî.
Xaniyên derûdora mala wî jî wek ê wî dîwarên wan tev derizî ne û li gor Yeralan ev û cîranên wî yên wiha di xaniyên kevn de dijîn wek miriyên zindî ne.
Mehmet Yeralan ji K24ê re diyar kir: “Di erdhejekê de em li vir nikarin birevin cîhekî. Çimkî xaniyên li vir tev kavil in û li nav kuçeyên teng mane. Em li vir xwe wek mirî dibînin. Tirseke mezin a erdhejê li nav me heye. Ji ber feqirî em nikarin herin mala xwe jî bar bikin. Divê rayedar bi lez rênimayên pêwîst bo herêmên xeternak werbigirin.”
Herî dawî di erdheja mezin a Golcuk a herêma Marmarayê de di sala 1999an de li Stenbolê 454 kes miribûn.
Yoshinorî Morîwakî yê Japonî pisporê erdhej e dide zanîn li derûdora Stenbolê 8 xetên aktîf ên erdhejê hene ku hêj neşikestine, tenê şikestina xetekî dibe sedema erdhejeke mezin a bi mezinehiya 7,0.
Pisporê Erdhejê yê Japonî Yoshinorî Morîwakî ji K24ê re diyar kir: “Herî dawî xeta erdheja li bakurê Tirkiyeyê aliyê Golcukê şikandibû lê piştî wê herêmê ber bi Stenbolê ve di bin behrê de xetên neşikestî hene. Dîroka wê kes nikare bizane. Yan sibê yan piştî 5 sal lê bi şikestina vê xetê erdhejeke teqez dê rû bide. Di encama vê de jî bi sed hezaran avahî dê bên hilweşandin. Divê bo avahiyên qaçax rê neyê dayîn û kontrolên pêwîst bên kirin da ku zirareke mezin rû nede.”
Navçe û deverên heta 15 kîlometre derûdora behra Marmarayê li Stenbolê cîh digirin wek rîska herî zêde bo erdhejê tên destnîşankirin.