Tê pêşbînîkirin li 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran bibare

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke baranbarînê bi ser 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de tê.

Rêveberiya Giştî a Keşnasiya Tirkiyê pêşbînî dike ku ji îro ve pêleke baranbarînê bi 14 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve bê û hişiyarî ji rabûna lehiyê da.

Li gorî daxuyaniyê, ew parêzgeh Erzrom, Erzincan, Îdir, Agirî, Qers, Erdexan, Wan, Sêwas, Mereş, Riha, Dîlok, Meletî, Qeyserî û Osmaniyê ne.

Herwiha tê pêşbînîkirin pileyên germahiyê jî 2 bo 6 pileyan di ser asta werzê ya asayî re be.