Hunermend û helbestvan Paşayê Efo koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend, helbestvan û dengbêjê Radyoya Erîvanê Paşayê Efo di 63 saliya xwe de li herêma Yaroslavl ya Rûsyayê koça dawî kir.
Paşayê Efo (Mamoyan Kacîk Efendîyêvîç) sala 1957an li gundê Kabaxtan ê herêma Talînê ya Komara Ermenistanê ji dayik bûye. Zanîngeha Pedagojîyê ya herêma Yaroslavl ya Rûsyayê xelas kirîye. Ji biçûkaniyê ve stran gotîye, helbest nivîsandine. Gelek berhemên wî di nav gel da wek nimûneya folklorê belav bûne. Piraniya helbestên wî li ser Kurdistanê, azadî û pêwîstiya yekîtiya netewî ya miletê me ne. Ew yek ji denbêjên berbiçav ya radyoya Êrîvanê bû.
Paşayê Efo di serdema Sovyetê de li gundê Kabaxtapê muxtartî kiriye. Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê li herêma Yaroslavl ya Rûsyayê jiya. Li vir bi awayekî aktîf bi xebatên civakî re mijûl bû. Endamê komeleyên curbecur ya Kurda bû.
Di vê derbarê dfe Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurda duhî peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got: “Paşayê Efo niştîmanperwerekî fedakar û dilsoz bû. Em ji ber wefata Paşa Efo xemgîniya xwe ya kûr tînin ziman û ji malbat û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin.”