Tirkiye: Niha çi asteng di rêya şandina nefta Herêma Kurdistanê de nînin

Alparslan Bayrektar
Alparslan Bayrektar

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê îro roja Pêncşemê ragehand ku ji roja Çarşemê ve hêla boriya neftê ya Herêma Kurdistanê ji bo karkirinê berhev e. Herwesa Enqereyê jî ji bo destpêkirina şandina neftê xwe berhev kiriye.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê, Alparslan Bayrektar, di daxuyaniyekê de ji bo kanala NTVyê ragehand ku niha çi asteng di rêya şandina nefta Herêma Kurdistanê ji bo bazarên cîhanî de nîne.

Di bersiva pirsyarekê de ka gelo Tirkiye berhev e ku neftê bişîne, Bayrektarî got: “Ev bi aliyê Îraqî re girêdayî ye”. Boriya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ji roja Çarşemê ve ji bo karkirinê berhev e bê ku çi astengek di rêya şandina neftê ji bo bazarên cîhanî de hebe.

Bayrektarî di konfiransa ADIPECê de li Abu Dhabiyê ku li roja 2ê Çiriya Yekê dest pê kir ragehand: “Em dê di vê heftiyê de dest bi karpêkirina hêla boriya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bikin, ku dikare rojane nêzî nîv milyon bermîlan ji bo bazarên cîhanî veguhêze”. Her wesa wî got ku welatê wî ji bo veguhastina neftê û gazê cihê bawer ye. Dadgeha navbeynkariyê ya navdewletî ya Parîsê Tikriye bi dana qerebûyê bi Îraqê pabend kiriye û vê yekê jî wesa kir ku Enqere li roja 2ê Adarê veguhastina neftê ji Herêma Kurdistanê rawestîne.

Paştir Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo şandina neftê bi serperiştiya hikûmeta federal li hev kir.

Îraq duyem welatê berhemîner ê OPECê ye û rojane 3.3 milyon bermîlên nefta xav dişîne û neft 90% ya dahata wê pêk diîne.