Berpirsekê PKKyê li Şingalê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hewalgiriya Tirkiyeyê îro (roja Înê, 6ê Cotmeha 2023ê) parve kiriye ku di operasiyoneke taybet de Ilyas Biro Elî yê berpirsê tîma nîşanşkênên PKKyê li Şingalê hat kuştin.
Herwesa got: Em dê li ser lêdana bingehên teroristan li Îraqê û Sûriyeyê berdewam bin.
Her li ser vê pirsê, Serokatiya Komara Tirkiyeyê ragehand: Em dê li ser berhingarbûna terorê li bakurê Îraqê û bakurê Sûriyeyê berdewam bin.
Serokê Tirkiyeyê di vî warî de amaje da: Em destan ji ewlehiya welatê xwe bernadin.
Niha Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê li Enqereyê ye û Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê jî gefên operasiyoneke bejahiyê dike, çavdêrek jî dibêje: PKK behaneyan dide Tirkiyeyê ku êrîşê bike ser deverên Kurdistanê.
Roja Çarşemê, 4ê Cotmeha 2023ê, Sabit Ebasî yê Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê bi serdaneke fermî û bi daxwaza Yeşar Guler ê Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê gehişt Enqereyê û wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê di vî warî de ragehandibû: Operasiyoneke bejahiyê li Îraqê mafekê rewa ye.