Êrîşên artêşa Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyeyê di 3 rojan de zêdetir ji 130 cih û saziyên xizmetkatiyê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.
Artêşa Tirkiyeyê bi rêya dronan dest bi êrîşeke berfireh li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê kiriye û baregehên leşkerî û navendên xizmetkariyê bombebaran dike.
Piştî êrîşa PKKê ya 1ê li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di parlementoyê de ragihandibû, ewê ji şevekê nişka ve berê xwe bidin Rojavayê Kurdstanê.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî roja 4ê Cotmehê di daxuyaniyekê gefa aramckirina binesaziya Rojavayê Kurdistanê xwaribû û gotibû: “Ew Ji bo hêzên me yên çekdar û îstîxbaratê, bûne armancên rewa.”
Bêjerê K24ê Cemal Batun di vê infografiyê de zanyariyên zêdetir li ser êrîşa Tirkiyê dide: