Wezîrên derve yên Erebistana Siûdiyê, Misirê û Qeterê li ser metirsiya peqîna rewşa deverê diaxivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê bi wezîrên derve yên Qeterê û Misirê re li ser mestisiya rewşa Xezzeyê û rûbirûbûnên Israîlê û Filistînê axiftin.
Li dû zanyarên ragenadina Wezareta Derve ya Erebistana Siûdiyê, îro (roja Yekşemê, 8ê Cotmeha 2023ê) Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Feysel bin Ferhan bi tilefonê bi Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehamn bin Casim Alsanî û Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî re aixft. Wan behsa rewşa Xezzeyê û şer û êrîşên Filistînê û Israîlê kir.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdiyê amaje da wê yekê jî, ji bo ku rewş ji destan dernekeve, hersê wezîran tekez li ser pêdivîtiya ragehandina agirbestê kiriye.
Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî haydarî li ser têkçûna rewşê û bandora wê li ser deverê da. Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê jî ji aliyê xwe ve ragehand, nabe xelkê sivîl bibe armanc.
Seet 6:00ê sibeha doh (Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê), balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re, operasiyona “Tofana Eqsayê” bo ser Israîlê dest pê kir. Televîvê jî soz da ku bi hêz bersivê bide.
Li gor zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Xezzeyê, hijmara kuştiyên êrîşa balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser deverên cuda cuda yên Israîlê, heta seet 5:45 yê vê êvarê ji bo 700 kesan bilind bûye.
Wezareta Saxlemiyê ya Israîlê li ser hijmara birîndaran dibêje, heta niha 2048 birîndar hatine tomarkirin û rewşa 20 ji wan xirab e.
Supayê Israîlê jî li ser hijmara kuştiyên serbazên xwe amaje bi wê yekê kir, heta niha 44 serbaz hatine kuştin.
Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê jî îro roja Yekşemê belav kiriye, hijmara kuştiyên êrîşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 370 kesan.