Konsertên Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê hatin hilweşandin

Festîvala Sûrê
Festîvala Sûrê

Diyarbekir (K24) – Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê ragihand, Konsertên Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê hatine betalkirin. Ev demek e saziyên sivîl ên îslamî bang dikirin ku ji ber rewşa Fîlîstînê, divê festîval were hilweşandin.

Saziyên Sivîl ên Îslamî yên Diyarbekirê û partiyên siyasî yên îslamî bang li Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê kiribû ji ber ku li Filistînê şîn heye, divê Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê were hilweşandin.

Piştî vê bangewaziyê jî hemû konsertên muzîkê yên festîvala 14ê Cotmehê de dest pê kiribû hatin betalkirin. Di daxuyaniya wezaretê hat amajekirin ku konsert hatine betalkirin, lê sedema hilweşandinê di daxuyaniyê de nehat aşkerekirin.

Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê 2 sal in tê birêkxistin, sala borî ji ber hilweşîna kanzayê ku 42 xebatkaran canê xwe jidest dabûn, hatibû betalkirin û îsal jî ji ber bangewaziyên saziyên sivîl ên îslamê, ji bo Filistînê hat hilweşandin.