Qamişlo.. Ji ber têkçûna rewşa aborî, welatî berê xwe didin bazara balê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di van salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê ji ber têkçûna rewşa aborî û daketina nirxê lîreyê Sûrî, xelk berê xwe didin kelûpelên destê duyê yên ku bi erzan tên firotin. Dikandar dibêjin ku ne hemû kes dikarin cilûbergên nû bikirin, lewma hejmareke mezin ji welatiyan diçin dikanên balê.

Bazara cilûberg û pêlavên Ewropî yên desta duyê li Qamişlo, ku li Rojavayê Kurdistanê bi balê tê naskirin, ji ber rewşa aboriyê ya xirab, di van deh salên dawiyê de geştir bûye û gelek kes pêwîstiyên xwe jê erzan dikirin.

Dikandar Ehmed Remedan dibêje: “Gelek kes dema diçin bazarên din, nikarin pêwîstiyên xwe bikirin, ji ber ku nirxê wan giran e. Lê dikarin li vê bazara me pêwîstiyên xwe û zarokên xwe peyda bikin.”

Piştî têkçûna rewşa abûrî, ji ber şerê ku zêdeyî 12 salan berdewam dike û daketina nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî, tekane bijarde li pêşiya xelkê maye ew e ku şêwazên xerckirinê biguhêrin û berê xwe bidin kelûpelên destê duyê.

Diya Mihemed dibêje: “Ez hatime bazara balê, ji ber ku cilûberg li bazarên din gelekî biha ne û ji me nayê em bikirin. Em bi zorê xwe xwedî dikin. Kelûpel li bazara bale erzantir in.”

Ji dawiya 2022Aan ve lîreya Sûrî li hemberî dolar, daketineke mezin tomar kiriye, niha yek dolar bi 14 hezar lîreyên Sûrî ye, ev di demekê de ye ku mûçeyên fermanberan li Sûriyê negihe 20 dolaran, mûçeyên fermanberên Rêveberiya Xweser jî nagihe 100 dolaran.