Endama Civata HEDEPê Hulya Ateş hate binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Civata Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Hulya Ateş bi tohmeta bangeşekirina PKKê hate binçavkirin.
Ednama Civata HEDEPê Hulya Ateş li mala xwe ya li bajarokê Îskenderûnê yê ser bi Hatayê ve, di encama operasyoneke hêzên ewlehiyê de hate binçavkirin.
Endama Civata HEDEPê bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku wê bi riya hejmara xwe ya medyaya sosyal, bengeşe ji bo PKKê kiriye.