Serokê Herêma Kurdistanê serexweşiyê li malbata Şehîd Poşo Xalid dike

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê peywendî bi malbata Şehîd Poşo Xalid kir, serexweşî lê kir û dilsozî û hevxemiya xwe jê re xuya kir.

Roja Yekşemê, 29ê Cotmeha 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke tilefonî de bi malbata Şehîd Poşo Xalid re axivî û serexweşî lê kir.

Li gor ragehandina Serokatiya Herêma Kurditanê, Serokê Herêma Kurdistanê serexweşî li malbat û kesûkarên Şehîd Muqedem Poşo Xalid kir. Herwesa wî qurbanîdana malbata Şehîd Poşo, ku gelek şehîdên din di rêya rizgarîxwaziya Kurdistanê de dane, bilind nirxand. Li dawiyê jî wî hêvî kir ku Yezdanê mezin canê şehîdî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide hemî aliyan.

Şehîd Poşo Xalid Cîgirê Fermandeyê Fewca Yekê ya Lîwaya 18ê ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge bû. Şehîd Poşo li çiyayê Qereçûx birîndar bûbû, piştî mana çend rojan li nexweşxaneyê, doh roja 28ê Cotmeha 2023ê ji ber giraniya birîna xwe şehîd bû.

Roja 22ê Cotmeha 2023ê, ji ber şaşfehimandinekê li xaleke serbazî ya çiyayê Qereçûx, şer di navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê de çê bû û ji bo dema çend deqîqeyan berdewam bû.

Herwesa li roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Fermandeyê Lîwaya 18ê ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge Şehîd Eqîd Salih Zirarî, piştî sê rojan ji birîndarbûna xwe di şerê navbera artêşa Îraqê û Pêşmergeyan de li çiyayê Qereçûx, ji ber giraniya birîna xwe şehîd bû.

Hejmara şehîdên Pêşmergeyan di wî şerî de bû çar şehîd ku ev in; Fermandeyê Lîwaya 18ê yê Piyade Şehîd Eqîd Salih Fetah Zirarî, Fermandeyê Fewca yekê ya Lîwaya 18ê ya Piyade Şehîd Eqîd Qehar Cewher, Cîgirê Fermandeya Fewca Yekê ya Lîwaya 18ê ya Piyade Şehîd Muqedem Poşo Xalid û Pêşmergeyê Fewca Yekê ya Lîwaya 18ê ya Piyade Şehîd Hawrê Reşîd.

Fly Erbil Advertisment