Parêzgerê Dihokê: Hejmareke pirojeyan bi gojimê 22 milyar dînaran li Sêmêlê tên bicihanîn

Konfiransa rojnamevanî ya Parêzgerê Dihokê Elî Teter - Wêne: Kurdistan24
Konfiransa rojnamevanî ya Parêzgerê Dihokê Elî Teter - Wêne: Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Dihokê çêkirina yarîgehekê bi gojimê zêdetirî pênc milyar dînaran û bicihanîna hejmareke pirojeyên xizmetkarî bi gojimê 22 milyar dînaran li Qezaya Sêmêlê radigehîne.

Îro roja Çarşemê, 1ê Mijdara 2023ê, Parêzgerê Dihokê Elî Teter di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kutrdistanê Mesrûr Barzanî, li ser bicihanîna hejmareke pirojeyên xizmetkarî yên nû li sinorê Qezaya Sêmêlê, bi gojimê 22 milyar û 897 milyon dînaran, razî bûye û ew piroje dê bên bicihanîn.

Parêzgerê Dihokê di pareke din a gotinên xwe de got: Em mizgîniyê didin ciwanên Sêmêlê ku yarîgeheke fotbolê bi gojimê pênc milyar û 500 milyon dînaran dê ji bo Qezaya Sêmêlê bê çêkirin.

Piştî serdana Serok Barzanî û paşî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî hejmareke baş a piroje û çaksaziyên li Dihokê kirin û berdewam jî tên kirin. Îro jî Parêzgerê Dihokê razîbûna Serokwezîrî li ser çend pirojeyan ragehand.