Nêçîrvan Barzanî û Romanowski pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê gotûbêj dikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Mijdarê pêşwazî li Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir.
Diyar kir, di civînê de pêşvebirina zêdetir a peywendiyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka, di çarçoveya rêkeftina stratejî ya Amerîka û Îraqê de hate gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş, parastina ewlehî û selametiya hêzên Hevpeymanan û şandên dîplomatîk li seranserê Iraqê kirin.
Di mijareke din a hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê tê de amade bû, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.