Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe yên ji bo dabînkirina mafên darayî bicih aniye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski derbarê civîna xwe de, li ser tora civakî ya “X” peyam belav kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Min îro ji Balyoza Amerîka li Iraqê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bi cih aniye û hemû amadehiyên pêwîst ji bo dabînkirina mafên darayî yên federalî nîşan daye. Ti behaneyek ji bo paşxistinê nîne. Mafê me di darayîya federalî de heye.”
Ji aliyê din ve Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski li hejmara xwe yê “X” nivîsî: “Min îro serdana Herêma Kurdistana Iraqê kir, da ku tekezî li ser sozên Amerîkayê li navçeyê bikim.”
Romanowski nivîsî: “Em ji berdewamiya hevrêziya di warê ewlehî û hevkariyê de dilniya ne, ji bo rêgirtina li êrîşên li ser berjewendiyên Amerîkayê.”
I told @USAmbIraq today that the KRG has met its duties and provided all the visibility necessary to secure federal payments. There is zero excuse for delays; we have a right to regular federal payments. pic.twitter.com/A9a86Llr8x
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) November 1, 2023
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Mijdara 2023an, pêşwazî li Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li ser şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hat kirin, bi taybetî ku aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hûrgilî data û zanyariyên li ser bingeha belgeyên yasayî û destûrî pêşkêşî aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal kirine û ti bi bihaneyek ji bo neşandina mûçeyên karmendên Herêmê nemaye.
Di mijareke din a hevdîtinê de, her du alî li ser giringiya parastina asayîş û aramiya Iraqê û parastina balyozxane, şandên dîplomatîk û hêzên Hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn.